72 saliya şehîdbûna lîderê
Kurd, Simkioyê Şikak
(1887 Kela Çarîyê- 30.06.1930 bajarê Şino) |
|||||||||||||||||||
Heya
niha li ser kesayetî, nirx û eymetên Kurdan yên dîrokî, dagirkerên
Kurdistanê li gor berjewendîyên xwe yên siyasî, civakî û aborî çi tiştê ku
xwestine, nivîsandine. Ji ber ku xwedîyên hemû îmkanên maddî jî bûne, ew
nivîsên xwe li her derê belav kirine. Wan bi dilgemarîyên xwe yên şovînîstî,
hemû pirensîbên exlaxî binpê kirine û xwestine ku rûpelên dîroka serhildan û
şoreşên Kurdan, berevajî rastîyên wan bi nifşên piştî xwe bidin nasandin. Di
vê navê de dîroknivîsên ku hertim di xizmeta sîstema serdest de bûne, serok
û qehremanên Kurd weke xayîn, talankar, diz û sîxor binav kirine. Di
berhemên wan de Şêx Seîdê Pîran, Pêşewa Qazî Mihemed, Simkoyê Şikak, Seyîd
Rizayê Dêrsimê, Şêx Mehmûdê Berzencî, Mistefa Barzanî û hemû qehremanên ku
bingeha siyasîya xebata Kurdan darijandine, xayîn û xûlamên hêz û dewletên
biyanî tên hesibandin.
Mixabin zêdetir ji dîroknivîs û lêkolînvanên Kurd, nivîskarên nifşparêz ku
pênûsa wan hertim di xizmeta desthilatdar(hakim) û dewletên navendî de bûye
û li gor nirxê rojê nan xwarine, li ser dîrok û jiyana kesayetiyên Kurd
nivîsandine. Bi awayekî ku armanca wan ya herî mezin bê bingeh nîşandayîna
şoreşên Kurdan yên azadîxwaziyê û serxwebûna Kurdistanê bûye. Îsmaîl
Axayê Şikak yê ku piranî bi navê (Simko an jî Simkoyê Şikak) di nava Kurdan
de hatiye naskirin, yek ji wan rêberaye ku di dîroka azadîxwaziya gelê
Kurdistanê de xwedî rûmet û xebatek berçave. Girîngîya serhildana Simkoyê
Şikak ku nêzî 25 salan domkir, di vê rastiyê de ye ku piştî şerê cîhanê yê
yekemîn nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê li jêr desthilatdariya dewleta
navendiya Îranê rizgarkir û mîna desthilatdarekî Kurd karê xwe yê
hukimdariyê dimeşand. Ev karê han (ku Simko karî hemû hêzên êl û eşîretên
Kurdan li dora hev bicivîne), di wê serdema ku sîstema feodalîzmê li hemû
Kurdistanê di bin nîrê axatiyê de bû, karekî wiha hêsan nebû.
Di vir
de ezê tenê bi awayekî kurt li ser çend xalên girîng yên nasandina malbat,
kesayetî û şoreşa Simkoyê Şikak bisekinm:
1. Şecerename û Nasnameya êla Şikak
Şikak
di Rojhilatê Kurdistanê de piştî eşîreta Kelhûr(li herêma Kirmaşan),
mezintirîn eşîreta vê para axa Kurdistanê ne ku di çaxê desthilatdariya
Qacarî û Pehlewîyan de li Îran û Kurdistanê xwedî rolekî aktîv yê siyasî
bûne.
Piştî
ku Mihemed Xanê Qacar(damezrînerê silsileya Qacarîyan) bi ji navbirina
desthilatdariya Zendîyan, desthilatdariya hemû Îrana mezin girt destê xwe,
fermandarê Kurd Sadiq Xanê Şikak jî hevkarê wî bû. Lê Mihemed Xanê Qacar zor
û sitemkariya xwe gehand radeykê ku heta li dijî mirovên mîna Sadiq Xanê
Şikak jî ket liv û lebatê û hewilên ji navbirina wî jî dane. Sadiq Xan ku
xwedî hêzeke zêdetir ji 10,000 kesan bûye, bi kuştina Mihemed Xanê Qacar jî
hatiye tawanbar kirin ku di sala 1797ê zayînî de li bajarê Şoş di nava
xîveta xwe de tê kuştin(1). Sadiq Xanê Şikak yekemîn kese ku navê wî di
serûkanîyên dîrokî de weke fermandarekî Kurd yê girêdayî êla Şikak hatiye
nivîsandin. Piştî wî malba Simkoyê Şikak di qada siyasî ya herêma bakurê
rojhilatê Kurdistanê de, xwedî navekî xuyakirî ne. Ji wan kesayetîyan Îsmaîl
Xanê Mezin, Cazê (jina Îsmaîl xanê mezin û dayika Elî Xan), Elî Xan, Mihemed
Paşayê kurê Elî Xan, Cewer Axa û Simkoyê Şikak ku tev bi nemerdî û awayê
xapandinê ji aliyê Îranîyan ve hatine kuştin.
Êla
Şikak ji du tîreyên (Kardarî û E´bduyî) pêk tê. Tîreya Kardaî ji deh şaxên (Fenekî,
Mamedî, Nîsanî, Delan(Delanî an jî Delî), Xidirî, Botan, Hinare, Pisaxa,
Gewirik û Xelûfan) pêk tê.
Tîreya
E´bduyî jî ji van şaxên jêre pêk tê: Kizinî,
Keçelî, Pisaxa(malbata Simkoyê Şikak), Etmanî, çerkoyî, Mendolekî, Neimetî,
Êverî û Şekerî. Ji van
her du tîreyan tev di bin desthilatdariya (Pisaxa)yan de bûne ku di çaxê
serhildana Simkoyê Şikak de û di bin rêbertiya wî de, bi awayê
konfederasyona eşîretan hevgirtinek bihêz di navbera eşîreta Şikak, Herkî,
Ertûşî, Dirî û ... hat çêkirin. Mîna
ku mezin û rihspîyên e´şîreta Şikak didin diyar kirin, esilê wan ji Cizîra
Botan hatiye û navê yekemîn kesê vê malbatê Ebdu bûye ku bi neh kurên xwe re
ji wir ber bi hêrêma Urmiyê û Soma Biradost koç kirine. Min sala 1993´an
hevpeyvînek bi apê Evdî re çêkir. Ew şervanekî çaxê şoreşa Îsmaîl Xan bû ku
heya roja şehîdbûna wî li bajarê Şinoyê, pêre bû. Apê Evdî li ser koka
malbata Simaîl Xanê Şikak wiha dibêje: “
Ebdula beg(Ebdu an jî Evdu) xwediyê neh kuran bû ku ji Cizîrê hatin Somayê.
Kurekî Evdu begê yê bi navê Îbrahîm Axayê çep hebû ku pir mêrxas bû. Ji wî
re kurek çêbû ku jêre Simail Axayê Mezin digotin. Yanî bapîrê mezin(bavê
bapîr)ê Simkoyê Şikak bû. Elî Xanê kurê Simkoyê mezin xwediyê 6 kuran bû:
Ehmed Axa, Mihemed Axa(Bavê Simko û Cewer Axa), Temer Axa, Îbrahîm Axa, Hecî
Axa û Qasim Axa. Mihemed Axa jî xwediyê 6 kuran bû: Cewer(Ceifer) Axa,
Simaîl Axa(Simko), Şukir Axa, Ehmed Axa, Xurşîd Axa(di şerê bi Asûriyan re
li Dîlemanê hat kuştin) û Elî Xan( di çaxê şandina bombeya ku ji aliyê
dewleta Îranê bi navê şirînî ji bo kuştina Simko hatibû şandin, li çariyê
şehîd bû).”(2)
Di
Rojhilatê Kurdistanê de ji çaxê serhildana Kela Dim-dim heya roja îro, hemû
rêberên Kurd bi navê çareserkirina pirsgirêka Kurd û hevdîtinê, hatine
xapandin û di bi awayekî dûr ji exlaqê siyaset û mirovanetiyê ji aliyê
desthilatdarên Îranê ve, hatine kuştin. Ji
serokên êla Şikak Simkoyê Mezin(Îsmaîl Xan), Elî Xan, Cewer Axa û Simkoyê
Şikak tev bi navê hevdîtin û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bi nemerdî ji
aliyê desthilatdarên Îranî ve hatine kuştin. Mihemed Axayê Şikak jî piştî
kuştina kurê wî (Cewer Axa) çû Istembolê ku ji sultanê Osmanî (Sultan
Ebdulhemîd) dawa hevkariyê ji bo tolhildana xwîna kurê xwe bike. Li wir
rêzek taybetî jêre hat girtin û nasnavê (Paşa) dan wî. Lê bi hewldanên
berdevkên Îranê, Mihemed Axa negehişt armanca xwe û wek jêder didin
xuyakirin ew li Istembolê bi komployekê hatiye kuştin. An jî ji ber
têkeliyên wî yên bi malbata Bedirxanî û mezinên din yê Kurd li Istembolê, ji
wir hatiye dûrxistin û di jiyana dûrî Kurdistanê wefat kiriye.
2.
Kuştina Cewer(Ce´ifer)Axa û destpêka serhildana Simkoyê Şikak
Cewer
Axa ku di nava êla Şikak de wek cîgirê bavê xwe dihate hesibandin, bi
awayekî fêrmî bi destûra dewleta Qacarî li herêmên rojavayê gola Urmiyê
hukimdarî dikir. Cewer Axa ji ber hinek taybetmendiyên xwe yê mîna mêrxasî,
merdayetî û destvekiriyê di nava çîna feqîr û hejara herêmê de pir dihat
hezkirin. Sedem jî ew bû ku wî parek ji wê talana ku ji dewlemendan distand,
di nava feqîr û hejaran de belav dikir. Ji bona wê jî Cewer Axa ji aliyê
jêredên Ewropî û gerîdokên Rojavayî ve wek (Robîn Hoodê Kuran) hatiye binav
kirin.
Sala 1905Çan dema ku
Muzeferddîn Şahê Qacar, bi
sefer çû Ewropayê, li bajarê
Tebrêzê kurê xwe
Mihemed EÇlî Mîrza wek cîgirê
xwe hilbijartibû. Wê demê Huseyin Qulî-Xan(Nizamûl Seltene) jî kiribû waliyê
giştiyê Azaerbayicanê(3).
Dîroknivîsê Azerbayicanî
Ehmed Kesrewî di vê derbarê de dibêje:“
Nizamûl Seltene bi awayekî fêrmî Ce´fer Axayê Şikak vexwînd bajarê Tebrêzê û
jê dawakir ku ji bo gotûbêja li ser pirsgirêkên sinorê dewleta xwe û dewleta
Osmanî bi hevre bişiwirin. Herwiha wan soz da CeÇifer Axa ku dewlet yê li wî
xweş be û daxwazên wî jî yê bên cî bi cî kirin. Lê piştre ferman da Mihemed
Husên Xanê Zerxam(Qeredaxî) ku Ce´fer Axa vexwîne bo seraya xwe û bi awayekî
ku ew pênehesin, wî û mirovên pêre bikujin…“.
Havîna sala 1905´an piştî ku
Cewer Axa bi mezinên êla xwe re şiwirî, di gel heft siwarên xwe yên ku di
karê şervanî û mêrxasiyê de zîrek û netirs bûn, ji kela çariyê ber bi bajarê
Tebrêzê meşiyan. Heft kesên hilbijartî ku bi Cewer Axa re çûn ev bûn:
Mistefa Newrozî(Xalê Mistê),
Xalê Mîrzê(xalê Cewer û Simko), Sedo, Hacî(Haco), Caço, Seyîd Mihemed(Seydo)
û Qasim(Qaso).
Piştî 40 rojan ji aliyê
welîehdê Îranê(Mihemed Elî Mîrza) ve fermana kuştina Cewer Axa bi
telegrafekê, gehişt destê Nizamûl Seltene û ew di seraya dewletê de hat
kuştin. Ji heft kesên ku bi Cewer Axa re bûn, pênc kesan karî bi şerekî
giran xwe ji bajarê Tebirêzê bigehînin kela çariyê û xebera bûyerê bigehînin
Kurdên herêmê. Mihemed Axa ji bo tolhildanê bi riya Sultan Ebdulhemîdê
Osmanî çû Istembolê, lê nekarî raya wan ji bo vî karî bikişîne aliyê xwe.
Wek hat gotin ew bi komployên konsulosê Îranê, êdî ji Istembolê venegerî
Kurdistanê û bi her awayê ku bû, hat wenda kirin.
Kurdan ku bi şêweyek aktîv di
şoreşa meşrutexwazên Îranê(1905- 1911) de, xebat dikirin, ji vî karê Nizamûl
Seltene nerazîbûna xwe dan xuyakirin. Herwiha azadîxwazên din yên Îranî li
bajarên mina Tebrêz û Tehranê jî ev karê dewleta Îranê şermizar kirin.
Di vir de pêwîste rastiyeke
dîrokî li ser bizava Kurdên rojhilatê Kurdistanê neyê ji bîrkirin ku ji
aliyekî pirsgirêka netewî di navbera Kurd û gelê serdest de hebûye (heta
roja îro hê jî heye) û ji aliyekî din jî pirsgirêka olî(cudabûna mezheb)
hertim di navbera Kurd, Faris û Azerîyan de nakokîyên siyasî û civakî
afirandine. Dewleta navendiya Îranê ji çaxê Sefewîyan heya roja îro mezhebê
şîi´tiyê weke amrazekî giran ji bo meramên xwe yên siyasî li dijî xwestekên
gelên din yên ku di Îranê de dijîn û bi mezhebê xwe Sûnîne, bikar anîne.
Herwiha şîi´tî ji wan re mîna dîwarê parastina sinorên wan yên desthilatdarî
û e´rdnigarî(jeografî)yê bûye. Azerî yên şî´ie ku ji çaxê Sefewîyan heya
roja îro ji aliyê dewleta navendî ve weke gelê desthilatdar di herêma Urmiyê
de hatine bi cîhwar kirin, li hemberî pirsgirêka Kurdan ya netewî ji
cudabûna mezheb bêtir mifa standine û Kurd bi her du çekên cudabûna mezheb û
netewe hatine serkûtkirin û qirkirin. Bi taybetî di çaxê desthilatdariya
Sefewîyan de karbidestên impiratoriyê gelek xebitîne ku bi riya mezheb
Kurdan di nava xwe bibişêvin(bihelenîn) û bi vî rengî pirsgirêka Kurdan ya
netewî jî ji holê rakin. Lê di vî karê xwe de li hemberî evîna Kurdan ya ji
bo doza netewî zêde bi ser neketin. Herçend bi hizaran Kurd ji Kurdistanê
ber bi Xorasan, Qezwîn, Mazenderan û herêmên din yên Îranê sirgûn kirin, lê
nekarîn bi temamî hisên wan yên netewî ji holê rakin.
Li pey kuştina Cefer û Mihemed
Axayê bavê wî, Simko ku xuretekî ciwan bû, li ser daxwaz û şiwra rih spîyên
eşîreta Şikak, bû cîgirê birayê xwe yê mezin.
Ev di rewşekê de bû ku du
hissên niştiman perwerî û tolhildanê di dili û mejiyê Simkoyê ciwan de gelek
bihêz bûn.
3.
Destpêka şoreşa Simkoyê Şikak û sedemên bingehîn Piştî
şoreşa Şêx Ûbeydulahê Nehirî(1880 z), serhilada Simaîl Axayê Şikak di
rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê
vê şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya Kurd wek netewekê, hinekî
bişkivî û hissên millî di nava Kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê
zindî bûn. Kurdan karî wek netewe hebûna xwe di hemû Îranê de bidin
selmandin û berevajî xwesteka şovînîstên Faris, hurmeta xwe ya civakî û
siyasî wek mîrasekî dîrokî biparêzin. Ji bona wê jî nivîskar û dîrokzan
Kirîs Koçêra, Simkoyê Şikak bi (bavê nasyonalîsima Kurdî) di rojhilatê
Kurdistanê de binav dike.
Li gor
gotina mezinên Evduyîyan Simko di çaxê şehîbûna Cewer Axa de xurtekî 18-19
salî bûye. Yanî sala ji dayibûna wî 1887 an jî 1888ê zayînî ye. Herwiha
Tahirxanê Kurê Simko dide diyarkirin ku dema bavê wî li bajarê Şinoyê hatiye
şehîdkirin, temenê wî 42 an jî 44 sal bûye. Simko ku ji aliyê Xalê Mîrzê û
mezinên din yên êla Şikak ve wek cîgirê bav û birayê xwe yê mezin hatibû
hilbijartin, di dilê xwe de ji bêbextî û nemerdîya desthilatdarên dewleta
Îranê, kînek mezin ji wan girtibû. Wek tê gotin Simko di ciwaniya de xurtekî
şervan, netirs û di liv û lebatên wî de hissa tolhildanê gelek bihêz bûye.
Ji ber wan hemû derd û belayên ku bi ser malbata wan de hatibûn, mirovekî
kêm axifitin û xemgîn bûye û gelek bi xwe re ponijîye. Hissa
tolhildanê jî bi sedemên dîrokî ve girêdayî bû. Simko baş dizanî ku ji
bapîrê wî yê mezin(Îsmaîl Xan) bigire heya birayê wî Cewer Xan tev bi nemedî
ji aliyê berpirsyarên dewlta Îranê ve hatine xapandin û kuştin. Ji bona wê
baş dizanî ku desthilatdarên Îranî li wî jî nagerin û yê rojekê bela xwe li
wî jî biden. Çimkî Simko xwedî hêzeke mezin ya leşkerî bû û wek mezinê
eşîreta Şikak di nava Kurdan de mirovekî bi qedir û rûmet bû. Wî dizanî ku
Îranî dixwazin wî jî weke bira, bav û bapîrên wî, bikujin. Lê ferqa di
navbera Simko û bira û bavê wî de, di vir deye ku bîr û rayên Simko yên
siyasî (wek rêber û kesayetiyek siyasî yê Kurd) ji bo azadî ya Kurdistanê
bêtir geş bûn. Çaxê ku cîgirê waliyê Azerbayicanê (Mukerrem el Mulik) di
sala 1919´an bi hevkariya Ermenîyan, bombayek çêkirin û di nava qotiyekê de
bi navê şirînî ji Simko re şandin, neyartiya Simko bi dewleta Îranê re
derbasî pêvajoyek siyasî û eşkeretir bû. Têkeliya Simko bi du kesayetiyê
Kurd(Ebdulrezaq Bedirxan û Seyîd Teha Gîlanî - neviyê Şêx Ûbeydulahê Nehirî)
re, şoreşa di bin desthilatdariya Simaîl Xanê Şikak de di rojhilatê
Kurdistanê de û heya radeyekê jî li bakurê Kurdistanê, berfirehtir kiriye.
Lê wek jêder û şahidên zindî dibêjin Seyîd Teha Gîlanî heya dawiyê bi Simko
re nemaye û navbera wan li ser awayê têkelîya bi Inglîzan re, têkçûye.
Kirîs
Koçêra di derbarê têkçûna Simko bi dewleta Îranê re dibêje:” Bi vê hindê
re ku Simko kîna xwe ya li hemberî Îranê venedişart, gotibû ku bizava min li
dijî Îranê tolhildan jî têde bû, çimkî bav û bapîrên min, xizim û kesên min
yên nêzîk û cotek birayên min, tev bi derstê karbidestên Îranê hatine
kuştin. Lê bi vê re jî Simko gelek caran behsa vê rastiyê kiriye ku armancên
şoreşa wî ji bo berjewendiyên netewî bûne û tenê ji bo tolvekirinê nebûye.
Di vê derbarê de Simko gotiye: Hemû kes dizane ku gelê Kurd heya niha çi bi
ser de hatiye. Mirovên wan yên mezin yên weke Simaîl Xan û Elî Xan bi
şêweyek gelek zalimane ji aliyê Îranîyan ve ji nav çûne. Ez niha ji bo gelê
Kurd têkûşînê dikim, lê tolhildana ji zordar û bedkaran hê jî maye û ji bîr
nabe...(4)
Mîna ku di roja îro de ji bo
hemû serokên Kurd eşkera bûye, Simko jî zû pêhesiyaye ku dewleta navendiya
Îranê mafê azadî û wekheviyê heta di nava sinorên Îranek yekgirtî de jî nade
gelê Kurd.
Simko ku gelek kes hereketa wî
bi bizavek eşîretî û herêmî dihesibînin, li gor pîvanên wê çaxê mirovekî
zana bûye û haya wî ji siyaseta Îran û cîhanê hebûye. Simko bi nameya ku bi
riya serleşkerekî Inglîzî ji Zefer el Dulê re şandbû, vê rastiyê baştir bi
me dide selmandin. Simko di pareke nameya xwe de dibêje:” Em pir baş
dizanîn ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara wan nagehe çaryek(1/4)a
Kurdan, lê ew gehiştine xwezîyên xwe ku mafê otonomîyê ye. Li Elmanan
binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de pêkanîne. Birastî ger netewa Kurd
di Îranê de negehije mafê xwe, êdî mirin û neman jêre baştire ji jiyan û
mayînê. Di vê roja ku em têde dijîn, dewleta Îranê bixwaze an jî nexwaze, em
mafê xwe yê otonomîyê dixwazin. Êdî ev xwezîya hemû mirovekî Kurde û ji
xelkê me re jî jiyaneke nûye...(5)
Ev name dide diyar kirin ku
Simko mirovekî dûrbîn bûye û ji bo standina mafê rewayê gelê Kurd bi
armancên mezin û pîlanên nû dest bi xebata xwe ya siyasî kiriye. Herwiha
tenê naveroka vê nameya dîrokî (ku bêgoman di arşîva millîya Îranê de hatiye
parastin) ji bo wan nivîskar û lêkolînvanên şovenîst ku tenê bi awaykî
nigatîv behsa kesayetîya siyasî û serhildana Simkoyê Şikak kirine û hêjî
dikin, baştirîn belgeye ji bo selmandina derew û boxtanên ku wan li ser
serok û bizavên Kurdan yên azadîxwaziyê nivîsandine.
4. Destpêka şerên giran
Ji bilî wan şerên biçûk ku di
navbera hêzên Simko û Îranê de qewmîne, çend şerên mezin ku bûyera wan di
dîroka rojhilatê Kurdistanê de cih girtiye, girîngîn. Ji wan şerên girîng:
şerê girtina bajarê Urmiyê, şerê Gulmanxane(li bakurê rojhilatê gola
Ûrmiyê), şerê Mîyanduab 1922, şerê Şekeryazî, şerê Sarî Tac, şerê azadkirina
Mihbadê û şerê kela Çarî ku mezintirîn şerê serhildanê tê hesibandin.
Li ser çêbûna şerên ku navê
wan hat, bêgoman lêkolîneke berfireh pêwîste. Lê di vê nivîsê de ezê bi
kurtî behsa şerên serhildana Simko bikem:
Piştî ku hêzên Kurdan bajarê
Urmiye ji destê leşkerên Îranê derxistin, Urmiye wek paytexta
desthilatdariya Kurdan hat hilbijartin û Têymur Axayê Şikak ji aliyê Simko
ve bi hakimê bajar hat wezîfedar kirin. Di şerê Gulmanxane de jî hêzên
Kurdan bi girtina Gulmaxanê rêya ku bajarê Urmiye bi Tebrêzê ve girê dida,
girtin. Di şerê Şekeryazî de jî fermandarê hêza dewleta Îranê Emîr Erşed
hat kuştin. Emîr Erşed birayê Mihemed Husên Xanê Zerxam(Qeredaxî) bû ku di
sera xwe de Cewer Axa kuştibû. Lê di dawiyê de Kurdan nekarî li hemberî
hêzên dewletê li berxwe biden û bajarê Urmiyê ku bi qasî çar salan di dsetê
Kurdan de bû, ket jêr desthilatdariya hêzên Îranî. Di şerê Miyanduabê de
Kurdan bi şikênandina hêzên artêşa Îranê, serkeftinên mezin bi dest xistin.
Lê karê herî girîng û dîrokî kuştina xayînê navdar Xalo Qûrban bû. Xalo
Qûrban ku ji Kurdên Hersînê ye, yek ji wan fermandarên şoreşa Mîrza Kuçik
Xanê Cengelî bû ku li dijî dewleta navendiya Îranê li bakurê Îranê serî
hildabû. Xalo Qûrban bi hevkariya cotkar û çend fermandarên din yên mîna
Kerîm Xan, Xalo Hişmet û Baba Xan karî di nava bizava Cengelîyan de heya
pileya komîsêriyê jî biçe. Lê piştre Xalo Qûrban ji Mîrza. K. Xanê Cengelî
qetiya û di bazara xwefirotinê de ket xizmeta artêşa Riza Pehlewî. Xalo
Qûrbanê Kurd, bi hevkariya artêşa Îranê karî şoreşa Cengelîyan toşî şikestê
bike û di dawiyê de serê serokê şoreşê bi xelat ji Riza Xanê Pehlewî re bir
kûşika Tehranê. Li hemberî vê xizmeta wî ew bû fermandarekî artêşa Îranê.(6)
Xiyaneta Xalo Qûrban ku ji
gelê Kurd re mîna deqeke reş û tejî şermizariyê bû, berdewam bû, heya dema
ku Riza Şahê Pehlewî ew şand meydana şerê li dijî serhildana Simkoyê Şikak.
Lê vê carê di şerê Mîyanduabê de ev xayînê xwefiroş bi destê şervanên Kurd
hat kuştin û nekarî xiyaneta xwe ya rûreşane bidomîne. Cihê şanaziyê bû ku
xayînekî Kurd bi destê şervanên serokekî Kurd hatibû kuştin.
Di şerê azadkirina bajarê
Mihabadê de fermandarê giştiyê şer Simko bixwe bû ku Seyîd Teha
Şemzînî(Gîlanîzade) jî hevkarê wî bû. Piştî şerekî giran bajar ket destê
Kurdan û 600 jandarmên Îranî ku di bin serokatiya major Melîkzadeh de bûn,
tev hatin kuştin. Di çaxê şerê (Sarî Tac) de jî ku li sala 1922´an li herêma
Selemas(Dîleman) qewimî, hêza Kurdan nekarî li hemberî hezên Îranîyan
berxwedanê bike. Şer heya dagîrkirina kela Çariyê berdewam bû. Piştî ku kela
Çariyê hat girtin, Simko û hizar kes ji siwarên xwe re derbasî bakurê
Kurdistanê bûn û ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin bêçek kirin. Lê ev ne
dawiya şerên Kurd û dewleta Îranê bûn.
5. Şehîd bûna Simkoyê Şikak (
Bajarê Şino 30.06.1930)
Siyaseta ku Riza Xanê Pehlewî
di nava Kurdan de dida meşandin û mixabin di vê siyaseta xwe de jî biser
ket, ew bû ku bi riya pere û dirav axa û serok eşîretên Kurd ji bo aliyê
dewletê dikişandin. Heta li ser şehîdbûna Simko jî goman heye ku hinek
axayên Kurd xiyanet li wî kirine û ew neçar kirine ku ji bo hevdîtinan xwe
bigehîne bajarê Şinoyê. Berdevik û desthilatdarên Îranê ku hertim bi riya
xapandin û xiyanetê xwe nêzî siysetvanên Kurd kirine, dîsa jî bi navê
hevdîtinên çareseriyê, Simko hat razîkirin ku bê bajarê Şinoyê û bi
serleşker Muqedem re hev bibînin. Ji bona wê jî wan bi rêya Têymor Axa ku
demek bû bu birîndarî di destê dewletê de hêsîr bû, nameyek ji Simko re
şandin ku wê demê li gundê Barzan bû. Simko bi çend siwarên xwe re hatin
çiyayê Qendîl û li wir jî bi Xurşîd Axayê Herkî re ber bi bajarê Şinoyê
meşyan. Li wir fermandê bajarê Şino serheng Sadiq Xanê Nûrozî ew bir mala
xwe. Lê hatina serleşker Muqedem derew bû û ew li benda defetekê bûn ku
Simko bi tenê bikişînin dervey bajarê Şinoyê û wî li wir bikujin. Di dawiyê
de jî bi henceta pêşwazî kirina ji serleşker Muqedem li dervey bajarê Şinoyê
bi wê davika ku jêre danîbûn, di êvariya 30.06.1930 de hat şehîd kirin.
Herçend di şer de Simko û siwarên wî gelek kes ji serbaz û leşkerên dewletê
jî kuştin, lê wî nekarî vê carê xwe ji destê wan rizgar bike. Termê Simkoy
sê rojan li bajarê Urmiyê neveşartî danîn ku gel lê binêre û Kurdan jî
pêbihesinin ku serokê wan hatiye kuştin. Berpirsyarên dewleta Îranê ji bo
zanîna wê hindê ku sedî-sed bizanîbin Simkoyê Şikak kuştine, jina Simko ya
bi navê Fexrîye Êqibalî (Azerî bû) anîn ser termê wî û wê jî bi nerihetî ji
wan re got:” Belê ev mêrê min Simaîl Axa ye. Ez ji rûyê tiliya wî ya birî
dizanim ku berî çend salan ji ber jehra marê ku pêvedabû, bi destê xwe bi
kêra xwe birîbû...”(7)
Dema ku xebera kuştina Simko
gehişt kûşka paşatiya Îranê heya heftiyekê şahî û kêfxweşî hatin lidarxistin
û hemû kuçe û kolanên bajarê Tehranê bi ronahî û gulan hatin xemilandin.
Riza Pehlewî mezintirîn dujiminê xwe di Kurdistanê de ji holê rakiribû.
Tirajediya ji navçûyîna
malbateke mîna malbata Simaîl Xanê Şikak tiştekî hêsan nîne ku di dîrokê de
bê ji bîrkirin. Malbata ku ji bo doza Kurdistanê gelek bedelên mezin pêşkêş
kirin. Bi awayekî ku heta roja îro jî desthilatdarên komara meleyên
cinayetkar ji hurmet û giraniya malbata Simko di nava Kurdan de ditirsin.
Şehîdbûna qehremankî mîna Simko bû sedem ku heya pêkhatina komara Kurdistan
ya di bin serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed de (li sala 1946an), bêdengiyek
xemgîn li rojhilatê Kurdistanê hakim be.
6. Di dîroka Kurdistan
ê de çend xalên girîng ji destkeftinên şoreşa Simkoyê Şikak
A. Simko di çaxê
desthilatdariya xwe de gelek xebitiye ku bi dewletên biyanî re têkelîyên
siyasî pêkbîne. Di vê navê de bi taybetî ew xebitîye ku bi dewleta Inglistan
û Sovyetistana berê re têkîliyan deyne û bala wan bo ser çareserkirina
pirsgirêka Kurd bikişîne. Lê wan ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û girîng
nebûna cihê jeopolîtîk yê axa Kurdistanê, bihayekî wisa nedane pêşnîyarên vî
serokê Kurd. Simko bi riya Seyîd Teha Gîlanîzade(Şenzînî) pir xwestiye ku ji
bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna dewleteke Kurdî bi berpirsyarên
Inglîz li Îraqê hevdîtinan pêkbîne, lê di vê daxwaza xwe de bi ser
neketiye. Herwiha ew ji Şêx Mehmûdê Berzencî bi gilî û gazince bûye ku
baweriya xwe bi dewleta Tirkan re tîne. Ji bona wê jî ew di derbarê Inglîz û
Tirkan de wiha dibêje:“ Ingilîz û Tirk herdu ji bo
çaresekirina pirsgirêka serxwebûn û serbestiya Kurdistanê derewan di gel me
de dikin, ew me dixapînin.
Inglîz dixwaze tevaya Kurdan mîna xulam û berdeyan ji bo armanc û daxwazên
xwe yên çewit bikar bînin û bixebitînin, mîna meymonan me ji xwe re
bireqsînin û ew jî bi me bikenin. Ew dixwazin me li hemberî netewa me
şermezar biken, ev ne karê min e, ez xiyanetê li gelê xwe nakem.
Tirk û Inglîz herdu ji hev
xirabtirin, lê ji herkesî zêdetir Kurd ji bona xwe xirabin, Kurd pişta hev
nagirin, hînî xizmetkariyê bûne, baweriya wan bixwe tune û mezinatiya hevdu
napejirînin.”(8)
Simko bêtirî hertiştî ji
xiyaneta axa û begên Kurd dilşikestî bû ku di rojên xweş de mîna mêşa li
dora şirînî, kêliyekê ji wî dûr nediketin, lê di rojên tengaviyê de xwe ji
wî dûr dixistin.
B. Xaleke din ya herî girîng
ew karên rewşenbîrî û kulturîne ku Simko di çaxê desthilatdariya xwe li
bajarê Urmiyê dan meşandin. Yekemîn car di dîroka rojhilatê Kurdistanê de
Simko ket wê fikirê ku di warê ragehandinê de jî pêngavek bê avêtin. Sala
1912 li bajarê Xoy Ebdulrezaq Bedirxan bi piştgîriya siyasî û diravî ya
Simkoyê Şikak kovarek mehane bi navê (Kurdistan) weşand. Herwiha li bajarê
Xoy dibistanek Kurdî jî ji bo zarokên Kurd vekirin ku ev du karên han kîna
desthilatdarên Îranê li dijî Kurdan gelek bilind kiriye. Salên piştî şerê
cîhanî yê yekemîn yanî ji sala 1919´an heya têkçûna şoreşê rojnameya bi navê
(Roja Kurd) û piştre tenê bi navê (Kurd) ku organa fêrmîya dewleta wî bûye,
hatiye weşandin. (Roja Kurd) an jî (Kurd) rojnameyek heftane bûye.
Sernivîserê vê rojnamê nemir Mela Mihemedê Turcanî zade bû ku karê
amadekirina rojnamê di weşanxana Xêyret de li bajarê Urmiyê dimeşandin.
Herwiha Simko ji bo agehariya ji rewşa siyasî û leşkeriyê hemû herêmên di
bin desthilatdariya xwe de, ji telefonê mifa standiye û bi vî awayî
pêwendîyên hemû fermandarên enîyên şer bi kela Çariyê re hebûne.
C. Beriya ku Simko bi awayekî
berfireh dest bi şer û şoreşa li dijî dewleta Îranê bike, bi hevkariya
Ebdulrezaq Bedirxan û çend giregirên din yên Kurd komelek bi navê
(Cîhandanî) li bajarê Xoy damezrandibûn ku komelek rewşenbîrî bû û bêtir
xebatên çandî û rewşendîrî dimeşandin ku di xala B de behsa hinek ji wan
karên girîng bi kurtî hat kirin.
D. Simko pir xebitîye ku bi
kesayetî û bizavên ku li dijî rijîma Îranê serî hildane, têkelîyên siyasî
deyne. Ew bi şoreşgerê Azerbayicanî Mihemed Xiyabanî re di nava peywendîyan
de bûye. Herwiha Simko û serdarê şoreşa bakurê Îranê Mîrza Kuçik Xanê
Cengelî xebitîne ku di navbera şoreşa Kurdistan û bakurê Îranê(Gîlan) de dan
û standinên siyasî pêkbînin, lê gûherandinên siyasî ev derfet nedaye wan ku
vî karê dîrokî bigehînin encamê.
7. çend kêmasîyên bizav û
serhildana Simkoyê Şikak
Di nava Kurdan de rexneya herî
zêde ku ji kesayetîya Simkoyê Şikak tê kirin, kuştina Mar Şîmûn rêberî olî û
siyasîyê Asûrîyên Hekarê ye. Lê di vê derbarê de gelek lêkolînên berfireh û
bêalî pêwîstin ku sedemên sereke yên vê bûyera dîrokî bên eşkera kirin. Aya
di navbera Kurd û Asûriyan de çi sedemên siyasî, olî û civakî di wê serdemê
de hebûne ku Simko biryara kuştina Mar Şîmûn daye? Di vê derbarê de dîtinên
cuda ji hev hene ku yek ji wan jî dîtina mezinên Şikak bixwe ye. Ew ji bo vî
karê serokê Kurd Simko sedemên siyasî û olî bêtir destnîşan diken. Bi her
awayî ev karê Simko bûye sedem ku gelê herêmê(bi taybetî piştî kuştina wî li
Şino) dilsariyekê li hember vî karê wî bidin xuyakirin. Di derbara vê xala
girîng de lêkolînek berfireh pêwîste ku sedemên bingehîn ji bo vî karê Simko
bên eşkere kirin.
Simko xwedî hêzeke leşkerî ya
pir mezin bû. Hejmara pêşmergeyên wî carna gehiştiya 20.000 kesan. Lê mixan
tevaya van şervanan mîna artêşeke hevgirtî û di bin ala partiyeke siyasî de
xebata xwe nekirine. Her eşîrek di bin serokatiya mezinekî wê eşîretê de
bûye û rengekî taybetî ji bo nasandina eşîret û hêza xwe hilbijartine. Bo
nimune rengê ala hêza di bin serokatiya Simkoyê Şikak de sor bûye(9).
8. Mêranî û mêvanperweriya
Simkoyê Şikak û nemerdî û xiyaneta Riza Şahê Pehlewî
Riza Mîrpenc ku bi hevkariya
Inglîzan ji pileya serleşkeriyê bû şahê Îranê, di sala 1925an de ji bo
serlêdanekê çû Azerbayican û Kurdistanê. Armanca wî ya herî mezin ew bû ku
riyekê ji bo bi dawî anîna serhildana Simko peyda bike û desthilatdariya xwe
li hemû Îranê birêk bike. Serleşkerên Îranî pir dawa ji Riza Şahê Pehlewî
kirin ku dev ji vê sefera xwe berde, lê ew razî nebû û xwest ku ji nêzve
Simko bibîne. Xuyaye ku hemû di wê baweriyê de bûn ku Riza Şah êdî ji wê
seferê venagere û yê bi destê Simkoy bê kuştin. Dema ew bi 62 kes ji
fermandar û hêza xwe ya taybetî ve nêzî bajarê Selmasê dibe, di yekemîn
dîtin de 5000 siwarên Simkoyê Şikak bi rûyekî sar û girij pêşwazîyê li şahê
Îranê diken û rêzek taybetî jêre nedigirtin. Simko jî wek serokekî Kurd bi
kincên Kurdî li hemberî şahê Îranê sekinî û bi pêşwazîyek sar û bi serê lêvê
bixêrhatina wî kir. Piştre herdu bi hevre çûne karwanserayekê û li ser
pirsgirêkên herêmê axivîn. Wek tê gotin Riza Şah pir tirsiyabû ku Simko wî û
hemû kesên wî bikujin. Ji bona wê jî heya berê sibê ji tirsa nerazabû û êdî
dest ji jiyana xwe şûştibû. Ew herdem li benda wê hindê bû ku siwarên Simko
hêrişî wan biken û tevda bên kuştin. Herçend piştî ewqas bûyerên tal ku
Simko bi çavên xwe dîtibûn, êdî baweriya wî bi desthilatdarên Îranê nemabû,
lê derfetek dîrokî ji dest da û wê şevê Riza Şahê Pehlewî nekuşt û ew ji
destê wî filitî. Simko piştre di hevdîtinekê ya bi serleşker Ebdulah
Tehmasibî re gotibû:” Mezintirîn şaşiya min di wê şevê de ew bû ku min Riza
Şah nekuşt ”. Wê şevê Riza Şah ji serleşker Tehmasibî dawa kir ku karekî
biken û Simko mijûl be û çax derbas be û roja din zû ji wir ber bi Urmiyê
hereket biken. Wan bi lîstika texte nerd wê şevê Simko mijûl kirin û roja
din Simko pêhesiya ku Riza Şah ji destê wî derketiye û defetek zêrîn ji
destê xwe daye.(10)
Dema ku Riza Pehlewî bi
hevkariya hêzên biyanî desthilatdariya xwe li herdera Kurdistanê bihêz kir,
bi awayê ku li jor hat gotin ji bo hevdîtinên siyasî Simko vexwendin bajarê
Şinoyê û li wir ew bi bêbextî hat kuştin.
Gelo ger di serdana Riza
Pehlewî ya bo Kurdistanê ew bi destê Simko bihata kuştin, rêya(mesîrê)
dîroka Îranê yê bihata gûherandin an ne?!
Bêgoman yê gelek gûherandinên
siyasî çêbibûna, lê wek me dît Simko bi ji dest dayîna derfetek mezin bû
sedem ku piştre Riza Pehlewî bi nemerdî wî bikuje.
Eviya netîce û berhemê
mêvanperwerî û merdayetîya Kurdan bû û piştre komkujiyên her du şahên Îranê
li rojhilatê Kurdistanê pêkanîn jî bersiva mêvanperweriya serokên gelê Kurd
bûn!!.
9. Navê Simko di nava beyit û
stranên Kurdî de
Li ser jiyan, derd û elemên
malbata Simkoyê nemir heya niha gelek dengbêj û hunermendên navdar beyit û
stran gotine. Bi riya van stranan jî mirov dikare malwêranî, ked û
zehmetîyên ku vê malbata mezin ji bo doza bi şan û şerefa Kurdistanê
kişandine, bibîne.
Hunermendê mezinê Kurd Kawîs
Axa ku di dîroka hunera Kurdistanê de yekemîn hunermendê siyasîbêjê Kurd tê
hesibandin, di qalibê lawikekê de li ser şehîdbûna lîderê Kurd Simkoyê Şikak
hissên xwe wiha tîne ziman:
Lê dayê, lê dayê, lê dayê, şereka qewimî li Şinoya wêran
bira çi mezine
Ewro emirê Taranê hatîye bo qumandarê Şinoyê, li niwêjê
mexiribê
Bi tirombêla, axawo, eskerên xwe hînabûne yo, yo, yo, li
niwêjê mexiribê
Bi tirimbêla eskeran xwe hînabûne, babê Xusro bi sê denga
gazdike:
Babê Feysel, ewroke dest helîne, ciwabekê biben eşîrê
Ebduyîya, ewro
Hatime kuştinê danên şûna min Xusiro zaroye axawo cîyê mine
Lê dayê Mihteberê rebenê, Gulîzarê nemayê, Mirarîyê rebenê,
niwêjê
Mexiribê dengê sê tîran û metrelozan agir berda vê dinyayê,
kesê xêrxwaz
nebû ciwabekê bie eşîreta Herkîya, paşî babê Xusiro tovê
egîdan li me
qeliya, wî kes nema axawo li dinyayê, ezê di heyfa kuştina
babê Xusiro
nîme ewro şahî û govende li naw ecemê Kerbelayê
…..
Strana
jêr jî ji aliyê dengbêjê navdar Birê hatiye gotin ku têde behsa kuştina
Cewahir xanima jina Simkoyê Şikak jî bi destê leşkerên dewleta Îranê tê
kirin:
„ Bê de wey lê, wey lê, wey lê
Lê lê Muhteberê rebenê, eskerê kişiya ji Dîlemanê
Eskerê Heyder Paşa xwe da lo gulîzerê, kekê Xosiro paşê Kurda
şer xweş kiriye lo ser Îranê
De wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê her bê de wey lê
Lê lê Muhteberê rebenê wezê bi Şawilîya kawil ketin li vê fêzê
Sibeye kekê Xosiro, Paşê Kurda ji mal siyar bû, esker li pey
Kete du rêzê
Kekê Xosiro, Paşê Kurda şer xwe kiriye lo ser Tewrêzê De
wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, bê de wey lê lê lê
Muhteberê rebenê wezê Şawlîya kawil ketim lo dev beyara Ji
sibê de ser kekê Xosiro Paşê Kurda tê dengê gûla, topa, wan teyara
Ehmed Begê sê denga gazî dikir : Gelî cahêla çêbin, çê bixebitin, wexta
Indada me derê kekê Xosiro, paşê Kurda, gulla sîyara De
wey lê, de wey lê, lê lê Muhteberê rebenê wezê
Şawilîya kawil ketim di çe´ilê(çalê) da Ji
sibê da eskerê Heyder Paşa dikişîya ser Xosiro, paşê Kurda lo pêda, pêda
Ehmed begê gazî dikir: Kesek tune, cabekê bide kekê Xosiro, Paşê Kurda,
Muhteber xanim kuştin, Xosiro Beg lo girtin di xewa sibê de” De
wey lê, de wey lê, de wey lê, de wey lê....” Jêder û
çavkanî:
1.
Tarîxê Iran- Elhedîs we elmuasir- Dr. Kemal Mezher
2.
Hevpeyvîn bi apê Evdî pêşmergê re. Urmiye 1993
3.
Tarîxê 18 salêyê Azerbayican- Ehmed Kesrewî(
Bi zimanê Farsî)
4.
Bizava netewîya Kurd - Kirîs Koçêra bi zimanê Farsî
5.
Bizava netewîya Kurd - Kirîs Koçêra bi zimanê Farsî
6.
îsmaîl Axay Şikak w bizwtinewey netewayetî Kurd - Mamosta Mihemed
Resûl Hawar
7.
Hevpeyvîn bi Qûbad Simko re ( Kurê Simkoyê Şikak).
8.
Ehmed Teqî w yaddaştekanî ew - Bi zimanê Kurdî(zarava Soranî)
9.
Hevpeyvîn bi Dr. Cebar Qadir re.
10.
Bîranînên Riza Refîi ( Qayîm Meqam el Mulik) endamekî parlimana Îranê
di çaxê Riza Şahê Pehlewî de. Têbînî:
Ev nivîs yê di pêşerojeke nêzîk de bi awayekî berfirehtir di piroja min ya
bi navê ( Jiyana 50 Navdarên Kurd ) bi awayê pirtûkek taybetî bê weşandin. |