Şehadeta
Xalid Begê Cibrî û hevalên wî (Tehsîn Sever)
Îro, salvegera sehidkirina Xalit Begê Cibrî, Yusuf Ziya û Hevalen wan e. Me, bi
munasebeta salvegera şehadeta wan, bi alîkariya xebatkarên hêja yên
Peyamaazadi.org ê, nivîsa mamoste Tehsîn Sever peyde kir.
Nivîsa wî di 2007 de, di Kovara Bîr ê de hatibû belavkirin. Em wê bi we re pay
dikin:
Xalid Begê Cibrî yek ji serokên neteweperwerîya kurd e. Vê îdeala ku di dema
xwendekarîya xwe ya li navbera salên 1891-1902 de nas kirîye, hem di warê hizrî
hem jî pratîkî de organîze kirîye. Di her gavavêtina vê dozê de wî xwestîye
peywirdarîyê bigre ser milê xwe. Tiştê ku di nameya bo Simko nivîsîye de qiset
dike, gelek balkêş e. Dibêje:Îro, salvegera sehidkirina Xalit Begê Cibrî, Yusuf Ziya û Hevalen wan e. Me, bi
munasebeta salvegera şehadeta wan, bi alîkariya xebatkarên hêja yên
Peyamaazadi.org ê, nivîsa mamoste Tehsîn Sever peyde kir. Nivîsa wî di 2007 de,
di Kovara Bîr ê de hatibû belavkirin. Em wê bi we re pay dikin:
“Komîteya
Kurd tenê biryarên xwe beyan dike û hîç ne xwedîyê wê hizrê ye ku biryarên xwe
li ser te ferz bike… Her wiha, plana Simko jî wek utopyayekê (xeyalekê) nedidît
û dida xuyanîkirin ku dê piştgirîyê ji bo hemî hewldanên bo serxwebûna
Kurdistanê bike…”1
Xalid Begî Kurdistanê yekparçe didît. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe, ’serketina
her hewldanek a ji bo serxwebûna Kurdistanê wek serketina xwe didît. Ji vê çendê
ji tevgera kurd a di bin serokatîya Şex Mehmûd de ku li Kurdistana Başur
pêkdihat, gelek kêfxweş bû. Li gorî Xalid Begî heta ku Kurdistan azad bibe dê li
hemî parçeyên Kurdistanê berxwedan her li dar be. Û Xalid Beg xwedîyê hizreke
wisan e ku serketina kurdan di hevgirtina kurdan de dibîne. Ji vê çendê di serî
de her bala xwe daye ser pêkhatina yekîtîya li navbera kurdan. Di vî warî de
gelek mesafe jî digre. Bo numûne, hindek rêxistinên kurd ên ku ji hev cihê
difikirin, bi taybet Komîteya Kurd a li Stenbolê (Kurd Tealî Cemîyetî) û
Komîteya Kurd a Erziromê (Azadî) digihîne hev.
Niha em bêne ser jîyana kurt lê bi têra xwe tijî ya Xalid Begî.
Xalid Beg di sala 1882 de li Gimgimê (Varto – Mûş) hate dinyayê. Bavê wî Mehmûd
Beg mezinê eşîra Cibran e, diya wî jî meta Şêx Evdila Efendîyê Melekan (xwişka
Şêx Mehmûd) e. Diya wî û diya Şêx Seîd efendî xwişkên hev in. Xalid Begê Cibrî û
Şêx Seîd Efendî û Şex Evdila Efendî, ku her sê jî di tevgera kurd a sala 1925 de
hatin dardekirin, pisxaltî û kurmetên hev in. Her wiha, Şex Seîd Efendî ligel
xwişka Xalid Begî zewicandî ye.
Xalid Beg yek ji xwendekarên pêşîn ên Mekteba Eşîran a li Stenbolê ye. Li
Mekteba Eşîran, ku di sala 1892 de vebûye, wek xwendekarê bi jimareya 36. qeyd
bû. Perwerdeya vê mektebê 5 sal e. Bernameya 7 salan xistine zikê 5 salan. Di vê
mektebê de zimanê osmanî, fransizi, erebî û farisî fêr bû. Ewên ku xwendina vê
mektebê birin serî, kirin du beş; beşek bo Mekteba Mulkîye û ya din bo Mekteba
Herbîye hate şandin. Xalid Beg piştî ku Mekteba Eşîran temam kir bo Mekteba
Herbîye (Yıldız Mekteb-i Harbiye) hate şandin. Di sala 1902 de bi pileya (rutbe)
yaver yuzbaşîtîyê ji Herbîyeyê derçûbû.
Mekteba Eşîran parçeyek ji projeya entegrasyona osmanîbûnê ye ku bira- yetîya
îslamê derdixist pêş. Lê ji ber ku ev sedsal êdî dema danîna netewedew- letan e,
lewma jî vê projeyê keysa serketinê bidest nexist. Di vî warî de tesbîtên Dr.
Nurî Dêrsimî ku ew jî yek ji pêşewayên neteweperwerîya kurd e û ji mektebên
Osmanî mezûn bûye, gelek girîng in, ku dibêje:
“Ji
bo Mekteba Eşîran jî dê encam pêkhatina paradoksa klasîk û xusran bûya. Ji qewlê
Hourani ve, çawan ku jon-tunûsî û jon-cezayîrî li dibistanên modern ên fransizan,
jon-turk li dibistanên Evdilhemîd perwerde bûne, her wiha, dê jon-kurd jî ji nav
kesên ku li dibistanên serweran, ango ji nav yên ku li dibistanên Osmanî
perwerde bûne derbiketana.”2
Bi gotina Eugene L. Rogan “Derba- rê 9 kesên ku ji nav wan 25 kurdên ku ji pênc
salên sereta yên Mekteba Eşîran mezûn bibûn de ji ber sedema ku ew “hizrên
neteweperwerîya kurdî diparê- zin” dê li salên di pey re muşkileyên gelek mezin
çêbibûna, dê mirina wan jî li ser vê yekê bûya, ku navdartirînê wan Xalid Begê
Cibrî bû.”3
Her wekî ku hem Dêrsimî hem jî Rogan dîyar dikin, qismek ji wan kes- ayetîyên ku
li despêka sedsala bîstem tevgera neteweperwerîya kurd geş kirin, ji nav
xwendekarên Mektebên Eşîran derketine, ku sedema avakirina van mekteban pêkanîna
‘çîmentoya osmanîbûnê’ bû. Pêştirînê van kesaye- tîyan, bêguman, Mîralay Xalid
Begê Cibrî ye.
Salên xwendevanîya li Stenbolê ji bo Xalid Begî qonaxa veguherînê ye. Li van
salan ligel hizra neteweperwerîya kurd hevnas dibe. Ev hevnasîn bû sedem ku
hizrên wî di vî warî de geş bibin û têkeve nav hewldanên têkoşîna azadîya kurdan.
Ji wan kesên ku vê yekê dîyar dikin yek jê jî Ersal Yavi ye. Yavi di kitêba xwe
ya bi navê Kürdistan Ütopyasi (Utopyaya Kurdistanê) de viya dibeje:
“Salên xwendekarîya Xalid Begî yên li Stenbolê demeke wisan e ku xeyalên
serxwebûna Kurdistanê her li dar in û ji her çar alîyan dengê pevçûnê bilind
dibe.
Xalid Begî ligel pêşewayên ku doza serxwebûna Kurdistanê bo xwe kiribûn armanc
pêwendîyên nepen danîbû û piştî sala 1914 van pêwendîyan gurrtir kiribû. Bo
numûne, di nav rêxistina Kurd Tealî Cemîyetî de ku di pêşengîya Seyîd Evdilqadir
de hatibû avakirin ew ji endamên herî çeleng e.”4
Çalakîyên Xalid Begî yên Dema Şerê Cîhanê yê Yekem û Tevlibûna wî bo Kurdistan
Tealî Cemîyetî
Li sala 1902 ji Stenbolê bo yekemîn peywira xwe ya leşkerî çû Filîstînê. Li
bereya Filîstînê û Îranê wek efser xebitî. Piştî ku Şerê Cîhanê yê Yekem dest
pêkir li navçeya Gimgimê bû serokê Alayîya Suwarî ya cibrîyan. Dû re tevayî
çekdarên eşîra Cibrî ketin bin fermanrewayîya Xalid Begî. Bi destpêkirina Şerê
Cîhanê yê Yekem re artêşa Rûsyaya Qeyser heta bajarê Bidlîsê herêmê xiste destê
xwe. Xalid Beg bi tundî li dijî dagîrkerîya orusan derdikeve. Bi taybet li Şerê
Pasînler û Çemê Zoro ji alîyê wêrekî û şervanîyê ve balê dikêşe ser xwe. Piştî
Şoreşa Oktobrê ya li sala 1917 ku artêşa orus paş ve vekişîya, Xalid Beg jî
vedigere bo Gimgimê. Îcar dest bi xebata organîzekirina kurdan dike. Di vê demê
de ligel Cemîyeta Tealî ya Kurdistan di nav pêwendîyê de ye. Li gorî nivîsîna
Îsmaîl Göldaş “… Mîralay Xalid Beg li herêma ku Kop, Gimgim, Kela Xinûsê,
Kanîreş, Boglan û Çewlîgê digre nava xwe berpirsîyarekî navendî bû.”5
Dr. M. Nurî Dêrsimî ku ew jî di heman demê de endamê Kurdistan Tealî Cemîyetî ye
û yek ji serokên Serhildana Qoçgirîyê ye, di kitêba xwe ya bi navê Hatıratım (Bîranînên
Min) de wiha dibêje:
Kurdistanê, li ser axa welatê xwe di bin pêşengîya qaremanê kurd Mîralay Xalid
Begê Cibrî de dest bi danîna teşkîlatên ji bo kurd û Kurdistanê kiribûn.”6
Ji van gotinên Nûrî Dêrsimî jî baş têye xuyanîkirin ku xwerêxistinkirina
Cemîyetî Tealî ya Kurdistanê li Kurdistanê di bin pêşengîya Mîralay Xalid Begê
Cibrî de ye.
M. Şerif Fıratê ku dewletê bi wî pirtûga bi navê Doðu Illeri Ve Varto Tarihi (Dîroka
Gimgimê û Bajarên Rojhilatê) dabû nivîsîn, wiha neql dike:
“Mîralay Xalid Begê Cibrî û Mîralay Xalid Begê Hesenan ligel birayên xwe çek
didin destê eşîrê, bi cil û bergên kurdewar li gundan digerin, Nûbara Piçûkan ku
bi destê Xalid Begî bi zimanê kurdî hatiye nivîsîn, her wiha, Mem û Zîna Ehmedê
Xanî û Dîwana Melayê Cizîrî li gundîyan belav dikin.”7
Piştî şerê Cîhanê yê Yekemîn Xalid Begî ji alîyekî ve dest bi xebata
organî-zekirina kurdan kiribû û ji alîyê din ve li ser çand û zimanê kurdî
dixebatî. Du pirtûgên bi navê Nûbara Piçûkan û Eqîdeya Îmanê nivîsîne. Ji bilî
vana, çend pirtûgên din jî bo kurdî werge- randine. Bi taybet gelek hewl daye
xwe da ku zimanê kurdî bête axiftin û pê bête nivîsîn, her wiha, ji bo ku
bixwînin berhemên Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî li gundîyan belav kirîye. Tespîtên
Faik Bulut ku xwe disperse belgeyên dewletê jî, van qisetkirinên li jor dupat
dikin. Faik Bulut vana dibêje:
“Piştî ku di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem de Împaratorîya Osmanî hilweşîya, hingê
li Anatolê îhtîmala danîna dewleteke ferawan bo ermenan derket holê. Li ser viya
roşinbîrên kurd bi awayekî fiîlî ketin nav hewldanên serxwebûnê û ji bo
pratîzekirina vê armancê li dora Cemîyetî Tealî ya Kurd ku wextekê ava bibû de
kom bûn. Navenda vê rêxistinê li Stenbolê bû lê şaxên wê li Dîyarbekir, Xarpêt û
Bidlîsê jî hatibûn danîn. Her wiha, ev rêxistin guman nîne, ku li bajarên wek
Wan û Dêrsim û Mûşe û li hemî navçeyên ku kurd têde akincî ne jî belav bibûn.”8
Eşkera ye ku li herêma ku bajarên Mûş, Bidlîs û Çewlîgê digre nava xwe, di
belavbûna şaxên Kurd Tealî Cemîyetî de rola Xalid Begî gelek mezin e. Di vê
navberê de hem bala dewleta Tirkîyê û hem jî bala dewletên der û dorê kişandîye
ser xwe. Di wan raportên ku bolşevîkan ji herêmê bo nevanda xwe dişandin de bi
kitekit qala xebatên Xalid Begî têye kirin. Ji lêkolînerên Kurdistana Başur Dr.
Afrasyaw Hawramanî li wan gotarên wî yên ku xwe dispêrin dokumantên orusan de
van agahîyan belav dike:
“Xalid Beg ta ji destpêkê ve bi hemî hêz û şîyana xwe li ser xebata huner û
dîrok û ola kurdan hûr dibû û di vî warî de gelek jî îhtîramê didît. Niha jî di
nav kurdan de ew merivekî xwenda û herî biqabîlîyet e.
Xalid Beg di warê leşkerî de gelek têgihaştî û hostayê vî karî ye. Ji vê çendê
alîgirên wî gelek in û di nav kurdan de rêza wî gelek têye girtin. Xebat û
lêkolînên ku wî li ser kelepor û erf û edetên kurdan dikir, ji bo pêşveçûna
civata kurd wî kiribû xwedî bawerîyeke mezin û di nav hewldanên xurt de bû.
Xalidê Cibrî armanca xwe ji kesî qet venedişart û li her derê elemeşkera qal
dikir. Qet tevlî tevgerên tirkan nebû, ji wan cihê tevdigerîya. Ji ber ku wî
dixwest bi awayekî azad xebatên xwe yên sosyal û civakî pêkbîne gelek caran
taleb kiribû ku ji karê xwe yê leşkerî veqete. Lewre xebatên sîyasî yên Xalid
Begî ne bi dilê dewleta tirk bûn. Wan her tim hewl didan xwe da ku Xalid Beg ji
sazîya leşkerî dûr nekeve û ew bişên bi hêsanî wî di bin kontrola xwe de
bigrin.”9
Di pirtûka bi navê Dîroka Sîyaseta Kurdan a ku bi awayekî hevpar ji alîyê
Komîsyona Kurd a Enstîtuya Zanya- rîya Rojhilatê li Akademîya Zanyarîyê ya
Yekîtîya Sovyetan û Enstîtuya Zanyarîya Rojhilatê li Akademîya Zanyarîyê ya
Komara Ermenîstana Yekîtîya Sovyetan de amade bûye heman hizirînên li jor
derbasbûyî têne qisetkirin. Di vê pirtûga navborî de bi vî awayî qala Xalid Begî
têye kirin:
“Li sala 1920 Xalid Beg û hindek efserên din ên ku di alayîya li bin
fermanrewayîya wî de bûn, propaganda-yeke gurr a hizrên Kurdisna serbixwe dan
destpêkirin. Xalid Beg û hevalên xwe ji bo ku li hemberî biryarên kongreyên
Erzirom û Sêwasê, di heman demê de li dijî xalên “Mîsakî Millî” ku Kurdistana
Tirkîyê tevlî axa Tirkîyê dikir, da ku kurdan organîze bikin, li navçeyên Gimgim,
Kanîreş, Melazgir, Kop û Kela Xinûsê ligel şex û serokeşîran ketibûn nav
pêwendîyan. Di encamê de ew gihan hizreke wisan ku divêt gelê kurd xwe ji bin
nîrê dagîrkerîya tirk ku ev sedê salan e di nav tarîtîyê de hiştîye û hemî mafên
wan yên rewa ji dest stendine êdî xwe rizgar bike. Ligel viya, pêşewayên kurd
xwedîyê vê bawerîyê bûn ku ev yek dikare bi bilindkirina hest û hîşyarîya netewî
ya di nav gel de, her wiha, bi berxwe- daneke çekdarî pêkwere. Pêşewayên kurd
gelê xwe tembîh dikir ku her tim cil û bergên netewî li xwe bikin û bi zimanê
kurdî bixwînin û binivîsin. Xalid Begê Cibrî berhemên şexsîyetên siyasî yên wek
Mela Ehmedê Cizîrî û Ehmedê Xanî belav dikir.”10
Peymana Sevrê û Xalid Beg
Xalid Beg digel ku Peymana Sevreyê kêm didît lê ji bo ku kurd bigihên mafên xwe,
vê yekê wek firsendekê dipejirand. Ji vê çendê ew di nav hewldaneke xurt de bû
da ku xalên vê peymanê yên derbarê kurdan de bêne piratîzekirin. Li seranserî
herêmê digere, ji giregir û êx û mela û serok- eşîran îmze berhev dike û bo
Yekîtîya Neteweyan (Cemîyetî Eqwam) dide şandin. M. Şerif Fırat van hewldanên
xalid Begî wiha neql dike:
“Xalidê Cibrî ku li ser vê hizirînê hewl dida xwe, di havîna sala 1920 de ligel
Seyîd Evdilqadir ê serokê Cemîyeta Tealî ya Kurd ku li Stenbolê dima û
Evdirehîmê Hekarya, her wiha, bi riya vana ligel Yusif Zîya ku li meclisê mebûsê
Bitlîsê bû û bi hevalên wî re li hev kiribû. Ew di vê bawerîyê de bû ku dê mafên
xwe bi wasitaya Yekîtîya Netewan bistî- nin. Xalid dê ji alîyekî ve amade-
karîyên xwe yên li rojhilatê temam bikira û hêzên xwe yên çekdar sazbûyî
bihiştana, ji alîyê din ve dê hukûmeta mîllî îxfal bikira.”
“Di vê navberê de Mîralay Xalid Begê Cibrî li herêmên Gimgim, Kop, Melezgir,
Kela Xinûsê, Kanîreş, Boglan û Çewlîkê ji serokeşîr û şex û mela û keyayên
gundan mezbeteyên morkirî berhev dikir û bo Cemîyeta Tealî ya Kurd dişand. Ji
wira jî, qaşo ji bo vî karî bo Mistefa Nemrûdî û Şerîfê Kurd ku li Yekîtîya
Netewan dixebitîn dihatine şandin.”11
Ev hewldan jî encamekê bidest naxînin. Muhaweleyên aştîyê di nav- bera dewletên
ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de têk çûne û yên ku biserketine de dê bête îmzekirin.
Belam ev lihevhatin ne bi dilê têkçûyîyan û ne jî bi dilê serketîyan e. Esasê wê,
ev lihev- hatin bi zora DYA çêbûye. Lê piştî ku di hilbijartinên sermaweza sala
1918 de piranîya Kongreya DYA ket destê komarparêzan, hingê di serî de Peyma- na
Versay ku Wilson li pişt wê bû û gelek lihevhatinên aştîyê ji alîyê Kongreya DYA
ve dê nehatana erêkirin. Polîtîkaya emperyalîst a derve di sala 1917 de li DYA
dê li payîza paşîn a sala 1918 dawî lê bihatana, ligel viya ew projeyên ku DYA
li pişt bû dê careke din nehata rojevê, bêguman, di nava vana de ya ku me
eleqedar dike Peymana Sevrê bû. Piştî ku DYA berê xwe dide hundir, her wiha, li
Rûsyayê jî Şorişa Bolşevîkan lidar dikeve, hingê li Rojhilata Navîn meydan ji
îngilîz û fransizan re dimîne. Ev awa sazbûna mêzîna nufûzê li ser hesabê
tevgera kemalîstan e. Êdî tu şansek ji bo piratîzekirina Peymana Sevrê nemaye.
Yewnanîyên ku li ser handana îngilîzan ketibûn Anetolê li ser piştê hatibûn
xistin û êdî stêrka Mistefa Kemalî dst bi geşbûnê kiribû. Û jixwe, Cemîyetî
Tealî ya Kurd jî neşîya li hemberî van polîtîkayên nuh tu havilekê bike.
Heta ku wext digihê sala 1920an Xalid Beg ligel eşîrên herêmê civînan li dar
dixîne û hizrên xwe belav dike. Civînek ji van civînan, ya ku di hezîrana 1920
de ligel serokeşîrên elewîyan hatibû kirin. Girîngîya vê civînê ji viya têye, ku
ji berê de bi fêlbazî û fîtnetîyê, bi karanîna cudatîyên mezhebî, eşîrên kurd
yên elewî û sunnî ji hevûdin hatine dûrxistin. Heta ku pêşî li van pevçûnên
çêkirî yên mezhebî nehatana girtin dê tu hewldanekê encameke erênî bi xwe re
neanîyana. Xalid Beg di vî warî de hizrên xwe di civîna 20ê hezîran 1920 de wiha
eşkera dike:
“Kurd ji nesla Nemrûd û nîjadeke arî ne ku bi sedê salan cîhanê di destê xwe de
girtine lê di encama bêtifaqî- yê de ketine bin nîrê tirkan û ev serê şeşsed
salan e ku di nav lepê tirkan de wek dîl dijîn ku daketine radeya xulamtîyê lê
îro stêrka azadîyê li wan ronî bûye, îdareya tirk hilwe- şîyaye û parçe bûye,
eşîrên elewî yên li Rojhilatê jî her wekî eşîrên din ên li Rojhilatê kurd in,
belam ew ji ber cihêtîyên mezhebî gelek salan bêsedem ji hevûdin kuştine lê
divêt êdî ew dem hatîbe ku xwe bigihînin hev û mafên xwe yên hevpar ji tirkan
bistînin, li gorî Muahedeya Sevrê îstîqlala Kurdistanê dê ji alîyê Yekîtîya
Netewan ve bête tesdîqki- rin, ji bo ku ev kar rojek berê bête destpêkirin divêt
eşîr dest biavêjin çek û rextên xwe û memûrên tirk ji ser axa xwe biqewirînin,
esas divêt em berê xwe bidine padîşah, lewre hindik maye ku Hukûmeta Anqere ya
asî ku li derveyî şerîetê ye ji alîyê yewnanîyan ve bête hilweşandin, hingê ez
ji tevayî elewîyan, bi taybet ji serokên eşîra xormekîyan hêvî dikim ku ew jî
tevlî vî karê pîroz bibin.”12
Kemalîst li dijî vê xebatê derdike- vin. Li hemberî van dest bi taktîk û
lîstikên cihê dikin; ji alîyekî ve Xalid Begî di peywira wî ya leşkerî de
dihêlin, ji alîyê din bi fen û fûtan kurdan berdidin hevûdin. Xalid Beg dixwaze
dev ji peywira xwe ya leşkerî berde lê ev daxwaza wî hatîye redkirin. Li Vacixê
ji bo avakirina qonaxa hukûmatê wezîfe didin Xalid Begî da ku hem wî ji herêmê
derxin derve û hem jî wî û kurdên elewî bikine pêsîra hev.
Şandina Xalid Beg bo Dêrsimê (1335-1919)
Ev bûyera ku di sala 1919 de çêbûye, ji alîyê Vet. Dr. M.Nûrî Dêrsimî ve wiha
têye vegotin:
“Piştî ku herêma Erzingan û Erziromê ji hêzên çekdar ên orus û ermenan hate
paqijkirin hingê li Dêrsimê cardin hindek serhildanên herêmî dest pêkirin.”
“Eşîrên Vacixê dema ku têgihaştin ew hatine xapandin êrîş birin ser herêm- ên
tirkan.
Hukûmeta tirk li hemberî vê yekê dest bi fen û fûtên din kir. Ji hêzên çekdar ên
alayîya eşîreta kurd ku di bin fermandarîya Xalidê Cibrî de bû şandin bo wê
herêmê.”
“Te divê li hemberî fermandarê ala- yîyê û te divê li hemberî efradên wî,
dêrsimîyan gelek xweşbîn û dostane reftarî kirin. Bêyî ku hîç bûyerek nexweş
rûbide alayî bi hêsanî xwe gihande Vacixê. Vê rewşê bala hukûmeta tirk kişande.
Tirkên ku dikarin ji her firsendê sûd wergirin, eşîretên kurd ên herêma Vacixê
ku bi saya Xalidê kurd aram bibûn, rabûn ji vê rewşê îstîfade kirin û li Vacixê
bi saya vî fermandarê kurd qeymaqa- mîya tirk dan avakirin.”
“Piştî ku avahîya qeymeqamîyê hate danîn, hingê li herêma Dêrsimê mayîna alaya
Xalidê kurd ji alîyê tirkan ve wek xetere hate dîtin, lewre ji bo ku alayî tevlî
artêşê bibe paş ve hate kişandin.”13
Her wekî ku Dêrsimî jî qiset dike, şandina Xalid Beg bo Dêrsimê tenê ji
fêlbazîyek îbaret e. Xalid Begê ku hewl dida xwe, da kurdên elewî û sunnî li
dora armancekê bigihêne hev, vê fêlbazîya hanê jî berteref kirîye. Hevka- rîya
di navbera kesayetîya welatparêz a Xalid Begî û hişyarîya eşîrên Dêrsimê
pêkhatibû tirkan nerehet dikir. Ji vê çendê mayîna Alayîya Cibran a li Dêrsimê
wek xetere hatîye dîtin û di cih de fermana ji paş ve vegerînê hatîye dayîn.
Piştî ku Xalid Beg vedigere Gimgimê dîsa xebata xwe her didomî- ne. Di vê
navberê de Mistefa Kemalî Kongreya Erziromê lidarxistîye. Xalid Beg jî, bo
Kongreya Erziromê hatîye vexwendin lê wî ev vexwendin red kirîye. Ji kesên ku
kongreyê lidarxistibûn Süleyman Necatî qala vê vexwendinê dike û wiha dibêje:
“Ji alîyê Heyeta Merkezî ve nameyek bo Mîralay Xalid Begê Cibrî yê ku li nav
kurdan gelek birêz û sîmayekî bifezîlet bû hinart û wî vexwend bo kongreyê.
Xalid Begî di bersiva xwe de bi zimanekî welatperwer da zanîn ku ew û birayên
wan eşîrên din yên kurd bi Erziromê ve girêdayî ne û ji niha ve biryaran qebul
dikin û ji ber hindek mazeretan ew dê nikaribe di civîna bextewar de beşdarîyê
bike û di beyana xwe de dide zanîn ku ew Heyeta Merkezî ya Erziromê bo xwe wek
wekîl qebul dike.”14
Süleyman Necati qebul dike ku Xalid Begî vexwendinê red kirîye. Digel ku
beşdarbûna bo kongreyê qebul nekirîye lê daye zanîn ku ew biryarên kongreyê
qebul dike, ev yek tenê taktîkek e. Reftarîya Xalid Begî gelek zelal e. Ev
reftarî kemalîstan narehet dike. M. Şerif Fırat balê dikşîne bi ser vê yekê û
viya dibêje:
“Dema ku muteserrifê Mûşê bo Mûşê û Nazim Beg jî bo Erziromê vedigerîyan,
keyayên xormekî û lolanîyan mezbeteyên xwe dan artêşê, Xalidê Cibrî jî dixwest
li hemberî hukûmatê serhildanekê lidarxîne û ji bo îstîqlala kurd bixe bite, ji
ber ku eşîrên Xormek û Lolan li dû wan neçûne wan êrîş birîye ser wan…
Piştî vê bûyerê firqayê (kolordu) guman jê birîye ku Xalid Begê Cibrî li hemberî
hukûmeta millî cebhe girêdaye, ji vê çendê li ser hatîye mulahezekirin da ku
Xalid Beg ji serokatîya eşîrê were dûrxistin û bo Erziromê bête şandin, her wiha,
bi şertê ku di pileya mîralaytîyê bête hiştin wek serokê dîwana muhasebeyê her
li Erziromê bête hiştin. 19 tebax 1336-1920”15
Çûyîna Xalid Beg bo Erziromê, Avabûna Komîteya Îstîqlala Kurdistanê (Azadî) û
Bihevrebûna Ligel Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê
Piştî ku tayîna Xalid Begî derdike- ve bo Erziromê êdî navenda xebatê Erzirom e.
Dest bi xwerêxistinkirin- eke nuh dikin, ku bitaybet efserên kurd di pirranîyê
de ne. Navê rêxistina nuh Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) ye. Li gorî
texmîna min li dawîya sala 1920 hatîye danîn. Rêxistinê heta sala 1923 xebata
xwe bi awayekî nihênî (îlegal berdewam kirîye. Xebat zêdetir wek
xwerêxistinkirina kadroyî di nav yekîneyên artêşê de ye. Di salên 1922-23 de di
nav hewldaneke gurr de ne ku alîka- rîya welatên derve bo xwe peyda bikin. Ji
alîyekê ve ligel bolşevîkan û ji alîyê din ve ligel îngilîz û fransizan dikevin
nav pêwendîyan. Bi qasî ku ji dokumantên bolşevîkan têye famkirin Azadî ligel
bizavên kurd ên li parçeyên din jî di nav pêwendîyê de ye. Xalid Begî bo xwe
kirîye armanc ku tevayî rêxistinên kurdan di bin banekê de bigihêne hev. Di
yekkirina Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê û Teşkîlatî Îçtîmaî û Komîteya Kurd a
Erziromê de bi ser dikeve. Bi vî awayî daye îspatkirin ku kurd, digel ku xwedîyê
hizirînên ji hev cihê bin jî, lê ew dişên li dora bernameyekê xwe bigihênin hev
û wek rêxistinekê derbikevin qada sîyasî ya cîhanê, bi vî awayî ew “qenaet”a
giştî ku dibêje kurd nabin yek, hatîye hilweşandin.
Piştî ku di sala 1923 de Peymana Lozanê têye îmzekirin êdî Azadî dest bi
organîzekirineke giştî dike. Di demeke kurt de li 23 bajar û bajarokan şaxên wê
têne danîn. Ji her tebeqeyê, gel bi girseyî tevlî Azadîyê dibe û dest bi
xebateke gurr dikin ku di rewşeke musaît de serhildanê lidarxînin.
Girtina Xalid Begî
Gurrbûna xebatê bala dewletê her dikêşe. Ji gelek çavkanîyan herikîna agahîyan
bo Anqerê dest pêkirîye. Di dawîya sala 1924 de Mistefa Kemal diçe Erziromê.
Xalid Beg bo şîvekê hatîye vexwendin ku Mistefa Kemal jî li wira ye. Xalid Beg
dixwaze neçe şîvê lê piştî gelek rica û minetan radibe ligel yaverê xwe bînbaşî
Reşît Beg diçe. Digel ku li derveyî edetên protokolê ye jî lê cardin Xalid Beg
dixwaze ku Reşîd Beg jî ligel wî têkeve salona xwaringehê. Wer têye famkirin ku
Xalid Beg dixwaze Reşîd Beg ji rûdanan re bibe şahid. Atmosfera xwarinê gelek
gir û gij e. Xalid Beg dibêje ez dixwazim ji wezîfeya xwe ya leşkerî îstîfa
bikim. Xalid Beg dibêje, ez nizanim ku çima hûn nahêlin yekî ku bi were
îxanetîyê dike ji kar veqete? Û bêyî ku xwarinê bixwe derdikeve derve.
Hevdîtina dawîn a Xalid Begî ligel Mebûsê Mûşê Îlyas Begî ye. Îlyas Samî ji
alîyê Mistefa Kemal ve bi taybet hatîye wezîfedarkirin. Gelek sal pişt re Ahmet
Sever (Birayê Xalid Begî) ji devê Îlyas Samî bi xwe dibihîse. Li gorî
qisetkirina Îlyas Samî hevdîtina wan wiha çêdibe:
“Rojekê
Hezretî Xazî gazî min kir û ji min xwest ku ez ligel Xalid Begî hevdîtinekê
bikim. Hezretî Xazî ji min xwest ku ez Xalid Begî îqna bikim da ku ew dev ji vê
dozê berde. Her wiha, got pê bide zanîn, em amade ne ku pêwîstîyên kesane yên
Xalid Begî bicih bînin, lê heke ew îqna nebe dê ji bo wî qet jî baş nebe.”
“Li ser vê yekê ez ketim rê û çûm Erziromê, li otêla Fuadîye bicih bûm. Min di
pusulayekê de hatina xwe ya ji Anqere û daxwaza hevdîtîna ligel wî nivîsand û bi
peywirdarekê re şand. Demek bi şun de peywirdar bi heman pusulayê paş ve zîvirî.
Di pişt pusulayê de nivîsandîye ku “Pêwîstî bi hevdîtinê nîne” û paş ve
zîvirandîye. Li ser viya ez gelek hêrs bûm. Min xwest ku ez vegerim bo Anqere lê
ez fikirîm ku Hezretî Xazî vê peywirê daye min, lewre min biryar da ku ez biçim
mala Xalid Begî. Dema ez giham mala wî, li ser dîwanê rûniştî bû. Qet li rûyê
min nenihêrî. Lewre min pêwîstî dît ku ez xwe bidim nasîn û min got “Ez Mela
Îlyas im”. Wî got, “Mela Îlyasê ku ez wî nas dikim, ne tu yî!” Dû re ez ketim
nav xeberdanê û min got, “Hezretî Xazî gotîye ku bila ew dev ji vê dozê berde.
Heke dev jê berde dê hemî pêwîstîyên wî yên kesane bêne cih- anîn.” Min got,
heke na, dê qet jî ji bo te baş nebe.
Piştî van gotinên min, bi ser min de vegerîya û bi kurtî got “Heke we ji bo serê
min kindirek amade kiribe, ez amade me.” Li ser viya, ez ji Erziromê vegerîyam û
min vê rewşê bo Hezretî Xazî qiset kir.”
Digel ku ew qas bi eşkerayî gef li Xalid Begî têne xwendin lê cardin ew ji
Erziromê dernakeve. Li gorî Xalid Begî dewlet dixwazê rojek berê tevge- ra wan
bifetisîne. Ji bo viya li pey firsendan e. Derketina wî ya ji Erziromê têye
wateya destpêkirina serîhildanê. Lê serîhildana ku di seqema zivistanê de dest
pê bike ne pêkan e ku bi ser keve. Ji vê çendê bêyî ku bikevin dafikekê divêt
zivistana 1925 di nav bêdengîyê de bête bihurîn. Birayê wî Ehmed Beg (Ahmet
Sever) ku di kanûna paşî ya 1924 de diçe Erziromê, ew jî di heman fikrî de ye.
Ehmed Beg dibêje “Dema ku min jê re got, jiyana te di xetereyê de ye, divêt tu
ji Erziromê derkevî”, hingê wî ji min re got “Ez hay jê heme ku li dora min
xetere heye lê çi dema ku ez vê serê zivistanê ji Erziromê derkevim ev dê ji bo
kurdan bibe felaket, teqez divêt em li benda biharê bimînin.” Piştî van gotinan,
lê zêde dike û dibêje “Herin, xwe amade bikin lê bisekinin heta ku bihar têye.”
Serhildana Beytuşebabê ku di 4ê îlon 1924 de çêdibe, dibe sedem ku li hemberî
Azadîyê operasyon bêne dest pêkirin. şeva ku 3yê îlonê bi 4ê îlonê ve girê dide
efser û serbazên kurd ên li Alayîya Pîyade ya bi ser Tumena 18. a Qolorduya 7.
ku ji alîyê Azadî ve di bin serokatîya Yuzbaşî Îhsan Nûrî de hatine
organîzekirin, serî hildidin. Piştî ku serîhildan bi ser neket hingê firsen-
deke dîrokî kete destê kemalîstan. Li Bidlîsê Dîwana Herbê danîn û dest bi
operasyonan kirin.
Xalid Beg di roja 20 kanûn 1924 de li Erziromê hate girtin û wî birin zindana
Bidlîsê. Xalid Beg piştî ku têye girtin jî ligel tekane kesê ku dihêlin pê re
pêwendîyê dayne, ango bi riya xiz- metkarê xwe Hemîdê Mamaşî xeberê ji birayên
xwe re dişîne û wan hîşyar dike dibêje, “Bila ew ji ber girtina wî qet nekevin
nav dudilîyê, bila ji bo rizgarkirina wî ya ji zindanê serê xwe neêşînin, bila
her li amadekarîyên xwe berdewam bin û amadekarîyên xwe di nav bêdengîyê de
bikin û qet firsendê nedin lîstikan, bila li benda biharê bimînin.” Li ser van
hîşyarkirinên Xalid Begî, ji bo rizgarkirina wî cibrî dev ji avêtina ser zindana
Bidlîsê berdidin.
Dîwana Herbê ya Bedlîsê û Xalid Beg
Dîwana Herbê ya Bidlîsê bi nihê- nîtîyên (muamma) xwe derketîye rojevê. Bi
awayekî tekuz nayête zanîn ku gelo endamên Dîwana Herbê ya Bidlîsê kî ne. Ji
viya jî grîngtir tu peyvek ji xweparastinên kesên ku hatine dadgehkirin
derneketîye derve. Gelek vekirî ye ku Komara Tirk ji vî alî de di nav
reftarîyeke gelek ketum de ye. Tiştên ku di nav rêzikên nivîsandinên
berpirsîyarên dewletê yên wê demê de carînan têne qisetkirin di vî warî de
sedema ewçend ketumbûna dewletê bi me didin famkirin. Bo numûne, Ahmet Sureyya
Orgeevren, di kitêba xwe ya bi navê Şeyh Sait Isyanı ve Şark Istiklal Mahkemesi
(Serhildana Şex Seîd û Dadgeha Îstîklalê ya Şerqê) de dibêje: